Wn/ku/Wîkînûçe
Bi xêr hatîWÎKÎNÛÇE
Çavkaniya nûçeyan a azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.
şemî, 17. gulan 2025, 05:59 saet (MESZ). RSS Tu jî tevlî bibe! • Gavên destpêk • FAQ • Index |
Ji aliyekî ve tê îdîa kirin ku piştî 25 salan Pilingên tamîl (LTTE) dawî li şerê çekdarî li dijî dewleta Srî Lanka yê anîne û dawiya berxwedana çekdarî îlan kirine. Li aliyê din nûçeyên şer di navbera arteşa Srî Lanka yê û Pilingên tamîl tên. Piştî operasyonek pênc mehan ya artêşa Srî Lanka yê Pilingên tamîl ku ji 1983'a ji bo azadiya gelê tamîl li bakur-rojhilatê Srî Lanka yê şer dikin bi peyameke ku roja yekşemê di malpera nêzîkî xwe Tamilnet hate belav kirin bi gotina "ev berxwedan gihişt dawi xwe ya tahl" [[|Pilingên tamîl dawî li şerê çekdarî anîn ?|dewam]]... Hate îdda kirin ku hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bûye. Li gor lekolîneke zaningeha Oxfordê kabîleya han beriya 50 hezar salan ji Efrîqa derketine bi pêyatî û ji vir ser Rojhilata Navîn, ji Deryaya Sor û ser Mezopotamya û Enedol derbasî Ewrûpayê bûnê. Li gor vê lêkolînê tê texmîn kirin mirovên ku derveyî Efrîqayê dijîn hemû ji derdora 200 kesên ku ji Efrîqayê derketina çêbûne û belav bûne. [[|Hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bû|dewam]]... Dewleta Îranê ku demeke dirêj e bi hincêta gerilayên PJAKê êrîşî axa [[|Herêma Kurdistanê|Kurdistana Federal]] dike vê carê bombeyên xwe avêt axa bakûrê Kurdistanê. Heft heb bombeyên ku artêşa Îranê avêt li Colêmergê li nêzî gundekê ket. Di encama topbarankirinê de ya ku piştî nîvrojê çê bû, xelkên van deveran aware bûn û ji malên xwe derkevtin û xwe li deverên aram girtin. Artêşa Tirkiye jî, hêzên xwe yên leşkerî şand ewan deveran û niha jî rêyên ku diçin ewan deveran, li xelkê hatine qedexekirin. [[|Dewleta Îranê vê carê jî êrîşê axa bakûrê Kurdistanê kir|dewam]]... Raya giştî ya Tirkiyê gotinên serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gül minaqeşe dikê. Gül di dema vegera xwe ji Pragê li ser pirsên rojnamevanan bi awayekî gelekî vekirî pirsa kurdî weke giringtirin pirsa Tirkiyê binav kir û wiha axifî: ” We divê jê re bêjin pirsa terorê, ya Başûrê Rojhilat, yan ya kurd, ev giringtirîn pirsa Tirkiyeyê ye. Mesela me ya yekê ev e. Mutleq divê bê çareserkirin.” Gül da zanîn ku rewşeka cudatir a nuh heye û firsendek ketiye dest ku lazim ew firsend neyê revandin. Li gor serokê DTP'ê Ehmed Turk binavkirina pirsgirêkê bi navê rast baş e û wî bi hêvî dikê. dewam... Li Wanê ji bo protesto kirina Sistema Cerdevaniyê 26 Cerdevanan ji gundê Heretîsa navçeya Elbaka Wanê çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Cerdevan dan diyarkirin ku piştî tevkujiya li gundê Zanqirt a girêdayî Şemrexa Mêrdînê ew êdî şerm dikin û nikarin çekên dewletê hilgirin. Di 4'ê gulanê 2009'an di encama erişeke çekdarî ji aliyê cerdevanên gund de 6 jê zarok, 16 jin, bi giştî 44 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê êdî gelek derdor daxwaza rakirina Sistema Cerdevaniyê dikin. Li Kurdistanê vêgavê derdora 50 hezar cerdevanên gundan ji bo "parastin û asayişê" xabatê dikin. [[|Piştî tevkujiya Mêrdînê 26 Cerdevanan çek danîn|dewam]]... Muqteda El-Sadr ku yek ji serokên radikal yên Şîayên Îraqê ye û li dijî her mafekî kurdan derdikevê û nêzîkî şeş mehan e li Îranê dijî, di 1'ê gulanê 2009'an bi riya tîmekî Rêxistina Saloxdariya Tirkiyê (MİT)'ê birin Tirkiyê û ji nişkê ve bi serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokwezîr Tayyib Erdoğan re civiya. Hat ragihandin ku Sadr gotiye di mesela yekparebûna xaka Îraqê, yekîtiya siyasî û mesela Kerkûkê de ew li gel Enqerê hevdeng in. Di salên borî de jî Tirkiyê çend grubên Sunnî yên Îraqî vexwendibûn Tirkiyê û xwestibû wan li dijî kurdan lihev kom bike. Ev cûreyên konferansan jî bûbûn sedema nerazîbûna desthilata Herêma Kurdistanê û hinek aliyên ereb yên Şîa yên Îraqê. [[|Muqteda El-Sadr û Tirkiye li ser Kerkûkê hevdeng in|dewam]]...
|
|